Medresa Sor çiyê me ye?

Mizgîn Ronak Aydin

Em ji nûçeya taybet ya Bîrhat Denîz hîn bûn ku Melayê Cizîrî ji me hêrs bûye, ji ber wê hêrsê, xewên şevan lê herimîne. Ku MRa (emar) me ya netewî, civakî û şexsî bê kêşandin, dê were dîtin ku hal ne tu hal e û bilbilê li beytên Mela êdî bi me re ne heval e!

Em! Yanî temaşevanên hêja! Temaşevanên pispor, fîlozof, siyastmedar, hozan, dîrokzan, nivîskar û hertiştzan. Balkêş e ku tam jî di wan rojên ku li ser ”girîngiya medreseyan” dihat axaftin û fikirandin, tekane mederesa me an jî Medreseya Me ya Dawî, wek nefesa (henasa) dawî ji me hat stendin. Medrese çû, Mela çû, evîndariya ku bi Mela re çem bi çem diçû heta Diyarbekirê çû. Çû li ku? Êdî bû ya Hayrat Vakfi. Hayrat Vakfi. Efrînê jî ji wan re mabû an jî hatibû diyarkirin. Hayrat Vakfi, xwediyê ezamet û heybet û letafet û himmetek gelek mezin e. Diçe li ku li wir şên dike, di nava bexçe, zevî û ronahiyan de dihêle. Em nabêjin, darzeytûnên sêhezarsalî dibêjin, ên ku an bûne xwelî an jî qurbankirî û cendek bi cendek li dinyayê belavkirî.

Hayrat Vakfi, gelek jêhatî ye, karê xwe jî cidî dike. Anatomiya welat û civakê jî ya kesanî (şexsî) jî baş dizane, cîhê derba mirinê jî. Ma çima û çawa nizanibe, karê wê tesbîtkirin û teşxîskirina qelsî, nebesî û nesaxiyên bedena kurd e. Bedena kurd, ya ku xwe wek qalikê kîsoyê li tevan req kiriye, ne diparêze, ne dihêle em birevin. Loma anatomî gelek girîng e, bi taybetî jî ji bo yên ku dixwazin û dizanin derba kuştinê li bedena welatê Melayê Cizîrî bidin. Diyar e ku vana a hay ji wê gotina Freûd jî hene ”anatomî qeder e”. Dê qederek din jî bi vê awê di ser î’lmê bedennasînê re bo me binivîsînin, bo me û li ser bedena me.

Medresa Sor, rih û bedena Mela ye, Mela rih û bedena welat û zimanê me ye. Rih û bedena welat û zimanê me jî, rih û bedena me hemûyan ya yeko yeko ye. Niha dê çawa nesincirin şaneyên me, mû çilo li me nebin şûjin, her kevirek medresa me çawa neyê xewna me?

Tişta xirabtirîn a ji bo min jî ev e; ji bo ku min dixwest wê xeyala xwe ya muebbed pêk bînim, yanî biçim Medresa Me û li wir di xelwetxana nûjen û klasîk de Dîwana Mela bixwînim, tim li hêviya demek asûde û taybet mam, herî dawî me biryar da ku payîza paşîn biçim huzûra Mela û jê re bi helbestên xwe, behsa şeva ku sîh sal emrê min di şevek reş da qurtand (vexwar) bikim. Lê niha ne Mela li wir e ne xelwetxane, ne dîlber, ne gul, ne şebçirax û seher…

Qe nebe hûn bi siûd bin û wek min xeyalcemidî nebin. Heqet, çend kurdan Medresa Sor dîtiye, jiyaye û ji ava wê ya dîrokî û wateyî vexwariye? Çendan ji me bi giyana Mela re li wir dîwana wî xwendiye?

Tişta ku behsê dikim ne çûndinên ”turîstik” ne jî festîvalên demborî ne, lew ew wuslet-gihîştin jî nînin, dermanê beden û giyanê jî. Jixwe ku wilo nebûna dê Medrese wiha bêxwedî û ji Hayrat Vakfi ra mayî nebûya. Hayrat Vakfi. Gelo dê çi hînê zarokên reben bikin? Gelo armanca wan çî ye? Gelo dê ew kevir û dîwar, ew birc û eywanên ku heta ber dev bi bîranînên Jiyan û Dîwana Wî û Heyama Wî tijî ne, çi bêjin ji wan re? Gelo dê di piştî vê bobelatê, di anatomiya me tevan de çend guherîn û deformasyon çêbin? Gelo, gelo.

Pirs naqedin, bila her hebin jî. Bes ji bo tendurustiya me ya welatî û nasnameyî û kesanî, lazim e em xwe rojek zû, an jî wek xeyala min li payîza paşîn, bigihînin ba Medresa xwe û bêjin; ”Em hatin, em ji bo te hene”. Da ku Dîwana Me li dil û canê me pîroz be, Medresa me ya dawî jî neçe.

Bila gotina paşîn ya Mela û Medresa wî be;

KUŞTIME NAKIT YEQÎNÊ

Şox û şengê zuhre-rengê

Dil ji min bir dil ji min

Awurên heybetpilingê

Dil ji min bir dil ji min

Sur-şêrînê nazenînê

Kuştim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê

Dil ji min bir dil ji min

Rohniya çavên “Mela”yê

Ew tecellaya te dayê

Ya ji Ehmed dil revayê

Dil ji min bir dil ji min

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x